PKK dixwaze hêz û grûpên xwe yên li Şingalê bike yek
Endamê encumena Şingalê û nûnerê nahiya Xanesorê, Xeyrî Xanesorî ji BasNewsê re got, PKK dixwaze hêz û grûpên xwe yên li Xanesor û devera Şingalê bike yek.
Xeyrî Xanesorî her wiha got, gelek grûp û hêzên girêdayî PKKê bi navên cuda li devera Şingalê hene, niha PKK dixwaze wan bike yek.
Wî endamê encumena Şingalê anî ziman ku qesta PKKê ji vê yekê ew e ku zêdetir xelkê Şingalê bixapîne û got, ti sûdeka PKKê bo xelkê Şingalê nîne ji ber ku PKK her dem ziyanê li xelkê Şingalê dide.
Xeyrî Xanesorî ragihand ku PKK û hêzên girêdayî wê nekarîne tiştekî baş bo xelkê Şingalê bikin ji ber wê jî bila ji Şingalê derkevin.
Basnews
