• Thursday, 19 February 2026
logo

Kurdistan pêşwazî li raporta UNAMI ya li ser Xurmatoyê dike

Gulan Media January 3, 2018 Nûçe
Kurdistan pêşwazî li raporta UNAMI ya li ser Xurmatoyê dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku pêşwaziya raporta Ofîsa Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê (UNAMI) dikin, ku li ser rewşa Xurmatoyê hatiye weşandin. Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin: “Divê di raporta UNAMI de hûrgiliyên zêdetir hebûna.”



Daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye weşandin, diyar dike, tevî ku %56ê niştecihên navçeya Xurmatoyê Kurd in, kêmîneyên Tirkmen û Erebên Şîe hewl didin demografiya navçeyê bi rêya hêzê biguherînin û vê yekê jî bi rêgirtina vegera awareyên Kurd pêk tînin.



Ofîsa Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî diyar kiriye, ku divê li ser bûyerên Xurmatoyê lêkolînên bi hûrgilî werin kirin û hejmarên zirar û awareyan bi awayekî rast werin belavkirin.



Di daxuyaniyê de li ser hejmara welatiyên ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ji Kerkûk, Xaneqîn, Zumar, Rebîe û Xurmatoyê awareyî Herêma Kurdistanê bûne hatiye aşkerekirin, ku zêdetirî 168 hezar û 721 kes in.



Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku bi mebesta lekedarkirina nav û dengê Kurdan, ji aliyê serkirdeyên milîsên Şîe ve nûçeyên nerast û ne yasayî têne belavkirin.



Di 16ê Cotmeha 2017an de Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrişî deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin û ji ber vê yekê bi deh hezaran kes aware bûn û bi sedan malên Kurdan jî piştî şewitandinê hatin teqandin.

Rudaw
Top