Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê bersiva şêwirmendê Ebadî da!
Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, herêma Kurdistanê ji destpêka avabûna pirsgirêkan heta naha, daxwaz kiriye pirsgirêk bi rêya destûr û bi awayek aştiyane bên çareser kirin.
Sefîn Dizeyî derbarê vekirina deriyên sînor ên herêma Kurdistanê de jî got, di destûr û zagonên Iraqê de behsa radestkirina deriyan ji hikûmeta Iraqê re nehatiye kirin. Zagon û destûra Iraqê dibêje rêveberiya hevbeş.’’
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ku heta naha guftûgoyên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêknehatine, lê hest tê kirin ku daxwazek heye bo guftûgo ji aliyê berpirsên Bexdayê ve.
Berî naha şêwirmendê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Îhsan Şemerî ragehandibû ku, Bexda deriyên sînor ji hikûmeta herêma Kurdistanê werdigre.
Basnews
