Îro herdu derîyên Hacî Omran û Perwêzxan bi temamî dê bên vekirin
Endam Cebar peyamnêrê WAARê ragihand: Komara Îslamî ya Îranê biryar daye îro dubare herdu derîyên sinorî yên Hacî Omeran û Pperwêzxan li hember Herêma Kurdistanê vebike.
Herwesa diyar kir: Niha derîyê Perwêzxan hatîye vekirin û hatin û çûna tirombêlan di navbera herdu alîyan da ji bo merema li hevguhertina bazirganî û geştîyarîyê destpêkirîye, lê ta niha derîyê Hacî Omeran nehatîye vekirin.
Ji alîyê xwe ve jî konsolxaneya Îranê li Hewlêrê dupat kir: Îro herdu derîyên sinorî dê bên vekirin.
Tê zanîn ku hikumeta Îranê li roja 14ê çirya yekê piştî encamdana rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê, her 3 derîyên sinorî yên Paşmax û Perwêzxan û Hacî Omeran li hember Herêma Kurdistanê daxistbûn û piştî derbazbûna 10 rojan derîyê Paşmax hatibû vekirin.
Waar.tv
