Her sê serokatî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dicivin
Şêwermendê Serokomarê Iraqê Ebdula Elêwî ji K24 re ragihand, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm nameyek ji bo Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokê Parlemantoyê Selîm Cibûrî re şandiye, ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de.
Da zanîn jî, di hefteya bê de tê çaverêkirin ku her sê serokatiyên Iraqê li ser vê yekê bicivin, û her ji niha ve jî nermyek ji aliyê Serokwezîr Heyder Ebadî ve tê dîtin.
Elêwî ji amaje bi wê kir, piştî ku Ebadî amadehiya xwe nîşan da bi şandina mûçeyê wezaretên perwerde û tenduristiyê, pêşbîniyê dike ku rewş ber bi başiyê ve biçe û dawî bi pirsgirêkan di navbera Bexda û Hewlêr bên.
Berî çend rojan, Şêwirmendê Yasayî yê Serokomarê Iraqê Emîr Kînanî ragihandibû, Fûad Mehsûm ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpêşxeriyek bi razemendiya Cîgirên Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî û Eyad Elawî û Serokê Parlemantoyê Selîm Cibûrî kiriye.
K24
