• Thursday, 19 February 2026
logo

“Tiştê li hember navçeyên Kerkûkê dibe, Beisiyan nekiribû”

Gulan Media January 2, 2018 Nûçe
“Tiştê li hember navçeyên Kerkûkê dibe, Beisiyan nekiribû”
Derbarê destpêkirina proseya Erebkirina Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî, endamê parlemantoya Iraqê ji firaksiyona Tevgera Goranê Mesûd Heyder ragihand, tiştê ku li gundê Pelkana Kerkûkê dibe, Beisiyan jî nekiribû.

Mesûd Mihemed di çarçova beşdarbûna di bernameya “Basî Roj” a K24ê de diyar kir, niha bi piştevaniya hêzên leşkerî yên Ereb, mal û milkên Kurdan tên dagîrkirin û Ereb tên bicihkirin.

Ew parlemanterê Goranê ku berî çend rojan ligel hejmarek ji nûnerên YNK û Komela Îslamî serdana gundê Pelkanê kiribû, ji K24ê re tekez kir, tişê ku niha li wê deverê dibe, rêjîma Beis bi hemû hovîtiya xwe li dijî Kurd, nekiribû.

Di çend rojên bûrî de, bi dehan, bi piştevaniya Heşda Şeibî û hêzên Iraqî malbatên Ereb hatin gundê Pelkanê ya ser bi qezaya Dubiz ve û malên Kurdan dagîr kirin.

Di wê çarçovê de, wezîrê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê yê berê Mihemed Îhsan ji K24ê re ragihand, bicihkirina Ereban di malên Kurdan de li derdora Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî bi piştevaniya Parêzgerê Kerkûkê bi wekalet Rakan Cibûrî dibe.

Mihemed Îhsan got jî, piştî proseya erebkirinê, proseya Şîekirinê jî li wan navçeyan dest pê dike.

Guhartina nasnameya Kurdî li Kerkûkê û hewla erebkirina navçeyên Kurdistanî yên di çarçova madeya 140 de piştî wê yekê te, di 16ê Cotmeha bûrî de bi xiyanetiyekê Kerkûk û ew navçe radestî mîlîşyayê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bûn, ji ber wê jî bi dehan hezar welatiyên Kurd koçber bûn.

K24
Top