• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiye: Em ji aloziyên Îranê nîgeran in!

Gulan Media January 2, 2018 Nûçe
Tirkiye: Em ji aloziyên Îranê nîgeran in!
Tirkiyê ragihand, ew ji alozî û xwepêşandanên Îranê bi fikar in û nabe ji derve de ti mudaxeleyek were kirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek kurt li ser alozî û xwepêşandanên Îranê da. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Tirkiye ji alozî û bûyerên ku ev çend roj in li gelek bajarên Îranê diqewimin, nîgeran e.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye ragihandin ku Îran dostê Tirkiyê ye lewma aramî û aştiya civakî li Îranê bo Tirkiyê gelekî girîng e. Divê xwepêşander rewşê aloz nekin û ziyanê nedin navendên giştî.

Wezareta Derve ya Tirkiyê nîgeraniya xwe li hember berfirehbûna aloziyan aniye ziman û ragihandiye, nabe ji derve ti mudaxeleyek were kirin û divê ew alozî demildest bên çareserkirin.

Basnews
Top