• Thursday, 19 February 2026
logo

Netenyaho: li nêz dê desthelata Îranê jinavbiçe

Gulan Media January 2, 2018 Nûçe
Netenyaho: li nêz dê desthelata Îranê jinavbiçe
Serokwezîrên Îsraîlê ragihand: Ji navçûna desthelata niha ya Îranê dê peywendiyên di navbera Îsraîl û Îranê da xweş bike.
Binyamîn Netenyaho, serokwezîrên Îsraîlê di girteyeka vîdyoyî da peyamek aristey welatyên Îranê kir û ragihand: Welatîyên Îranê azadî û dadperwerîyê dixwazin ku çendîn sale ji alîyê desthelata Îranê ve hatîne bêbehirkirin.
Netenyahoy diyar jî kir: Rjêma hovaneya Îranê bi dehan milyar dolar ji bo çandina alozî û nakukîyan li deverê mezaxtîne û ragihand: Pêdivî bû ew hemû dirave ji bû dirusitkirina qutabxane û nexweşxaneyan hatibû mezaxtin.
Herwesa di dirêjîya axiftna xwe da Netenyahoy dilgiranîya xwe li ser tundûtîjîyên rjêma Îranê û bêdengîya welatên Ewropî li ser wê yekê nîşanda û dupat kir: Welatê wî bi ti rengan li hember kiryarên komara Îslamî ya Îranê bê deng nabe.

Waar.tv
Top