Serok Barzanî: Hêvî dikim sala nû sala aştî be
Serok Barzanî bi minasebeta hatina sersala nû peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Kurdistanê kir û hêvî dike ku sala nû sala aştî, aramî û xweşgozeraniyê be.
Serok Barzanî di peyama han de yaku li ser pêgeha xwe ya li twitterê belav kiriye, bi minasebeta hatina sersala nû pîrozbayiyên xwe pêşkêş dike û nivîsiye: Sersala nû li xelkê Kurdistanê pîroz dikim û hêvî dikim sala 2018an bibe sala aştî, serkeftina zêdetir bo tevahiya cîhanê bi xwe re bîne.
