• Thursday, 19 February 2026
logo

Şêst çekdarên DAIŞê li başûrê Mûsilê hatin kuştin

Gulan Media January 1, 2018 Nûçe
Şêst çekdarên DAIŞê li başûrê Mûsilê hatin kuştin
Jêderekî emnî li parêzgeha Neynewa ragihand, di operasyoneke serbazî de li başûrê Mûsilê, şêst çekdarên DAIŞê hatin kuştin, hevdem li gorî nûçeyeke şaneya medya şer ya Iraqê, li rojavayê Enbar pênc çekdar û li sînorê Diyala jî yazde çekdar bi sedema bordûmanên firokeyên Iraqê hatine kuştin.

Wezareta navxwe ya Iraqê jî desteserkirina 118 bergumanên DAIŞî li pênc parêzgehan ragihand.

Ev pêşhatana di demekê de ne, ku berî niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dawîhatina DAIŞê li Iraqê ragihandibû.

K24
Top