• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Bi berxwedanê em dikarin astengiyan têk bibin

Gulan Media January 1, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Bi berxwedanê em dikarin astengiyan têk bibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Em dikarin bi berxwedan û yekrengiya gelê xwe astengên li pêşiya xwe têk bibin.”



Nêçîrvan Barzanî bi helkevta sersala 2018 a zayînî peyamek belav kir.



Di vê peyamê de ku li ser tora civakî ya Twitterê hatiye belavkirin, Nêçîrvan Barzanî sersala nû li gelê Kurdistanê pîroz dike û dibêje: “Di sala nû de hêviya aramî û îstiqrarê ji Kurdistanê û cîhanê re dixwazim.”



Nêçîrvan Barzanî radigihîne, ku asteng li pêşiya wan hene û tekez dike: “Ez di vê baweriyê de me, ku bi berxwedan û yekrengiya gelê me, em dikarin di sala 2018ê de astengên li pêşiya xwe têk bibin.”

Rudaw
Top