Piştî kongrereya DBP’ê polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girt
Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê bi beşdariya parlementerên HDP’ê û hejmareke siyasetmedaran Kongreya bajêr a 5’emîn a awarte li dar xist. Nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP jî beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreyê de Parlementera HDP’ê ya Diyarbekirê Feleknas Ucayê got; tevî hemû gef, girtin û binçavkirinan jî partiyên wan li ser piyan dimînin û dest ji siyaseta demokratîk bernadin.
Kongreya DBP’ê di avahiya HDP’ê de hat kirin. Hêzên polîsan di dawiya kongreyê de girt ser avahiya HDP’ê û dest danî ser wêne, poster û pankartên ku bi hinceta dijyasayî hatin dîtin.
Li gorî ragihandina rayedarên DBP’ê, di pêvajoya nû de dê DBP’ê zêdetir bi karê rêxistin û perwerdekirina partîgiran ve mijûl bibe û HDP jî dê zêdetir li ser dika siyasetê be.
Di kongreyê de Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak wekî hevserokên nû yên DBP’a Diyarbekirê hatin hilbijartin.
K24
