Mîlîşyayên Îranî gefê li hêzên Amerîkî yên li Iraqê dixwin
Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê ku ew daxuyanî arasteyî her yek ji hikûmet û parlemantoya Iraqê kiriye, hişyariyê dide hêzên Amerîka yên li Iraqê û dibêje: “Em hişyariyê didin dijminê mirovahiyê Amerîka, ku pêla xaka Iraqê ya pîroz nekin.”
Herwiha Hizbulaha Iraqê daxwaz ji hukûmet û parlemantoya Iraqê dike, helwesteke tund li dijî hebûna hêzên Amerîkî bigirin ber û daxwaz ji Amerîka bikin, da ku bi xwe ji Iraqê derkeve, ku ew wek Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê rê nadin ew li Iraqê bimînin.
Berî demekê Kongressa Amerîkî navê her yek ji Ketîbeyên Hizbulaha Iraqê, Tevgera Nuceba û Asayib Ehil El-Heq yên ser bi Heşda Şeibî ve û tê gotin ku fermanên xwe ji Fermandarê Artêşa Oudis ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî werdigirin, xistibû lîsta terorê.
Li hemberê jî ew grûp çendîn car in gefê li hêzên Amerîka yên Iraqê dixwin û daxwaza derketina wan ji Iraqê dikin.
K24
