Artêşa Tirkiyê lez da amadekariyên êrişa bo ser Efrînê
Artêşa Tirkiyê ev heyameke di amadekariyên êrişeke bo ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê de ye. Hat ragihandin ku îro danê êvarî karwanekî leşkerî ku ji tank, wesayîtên zirhî û çekên giran pêk dihat ber bi ser sînorê Efrîna Rojavayê Kurdistanê hat şandin.
Bajarê Efrînê niha di bin kontrola Efrînê de ye û herwiha ji aliyê hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve di bin dorpêçekê de ye.
Tê ragihandin ku li hember amadekariyên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, Hêzên YPG û HSDê amadekariyên xwe dikin û berpirsên Rêveberiya Xweser û xelkê Efrînê radihînin ku ew ê Efrînê li hemberî her êrişekê heta dawîn biparêzin.
Basnews
