• Thursday, 19 February 2026
logo

5 Rêveberên kurd li şîrketa nefta bakûr a Kerkûkê hatin derxistin!

Gulan Media December 30, 2017 Nûçe
5 Rêveberên kurd li şîrketa nefta bakûr a Kerkûkê hatin derxistin!
Berpirsê baskê PDKê aşkera kir, ku pênc rêveberên kurd li şîrketa nefta bakûr ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li ser karên xwe hatin derxistin û di cîha wan de kesên ereb hatin bicîh kirin.

Berpirsê baskê PDKê li Kerkûkê Dr. Mihemed Xurşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi siyaseteke bi bername karbidestên Bexda bi alîkariya karbidestên Kerkûkê ve bernameya erebkirina Kerkûkê darijandine û karê wan ê yekem jî deriyên qampên Hewîce û erebên xwarê yên Iraqê tînin li Kerkûkê bicîh dikin. Naha wan li Kerkûkê niştecih dikin, ku bikarin nifûsa xwe jî veguhêzin bo Kerkûkê.’’

Herwaha got: ‘’Di çarçoveya proseya erebkirina Kerkûkê de 5 rêveberên kurd li şîrketa nefta bakûr hatine derxistin û ereb di cîha wan de hatine bicîh kirin. Rêveber jî di asta mudûr û rêveberên paye bilind bûn.’’ Herwaha got: ‘’Qaymeqamê Daquq, rêveberê polîsê Daquq, qaymeqamê navenda Kerkûkê, qaymeqamê Xurmatû, rêveberê nahyeya Sergeran ku hemû kurd bûn, hemû ji kar hatine dûrxistin û ereb di cîha wan de hatine bicîh kirin.’’

Mihemed Xurşîd got: ‘’Heta naha du caran hêzên Iraqê çûne ser gundê Xalobazyanî, ku gundên xwe vala bikin. Herwaha hêz birine ser malên kurdên gundên Pelkane û ji malên xwe hatine derxistin û malên ereban li cîha wan bicîh kirine, ku ew erebên berî sala 2003 ji bo erebkirinê anîbûn deverê û piştî sala 2003 bo asayî kirina navçeyê her malekê 20 milyon dînar dabûn wan û ew vegerandibûn cîhên xwe.’’

Basnews
Top