• Thursday, 19 February 2026
logo

Trump: Xwepêşandanên Îranê ji ber gendeliya hikûmetê bêzarbûna xelkê ye!

Gulan Media December 30, 2017 Nûçe
Trump: Xwepêşandanên Îranê ji ber gendeliya hikûmetê bêzarbûna xelkê ye!
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo xwepêşandanên li Îranê got: "Rêvebiriya Îranê, mafê xweîfadekirinê jî di nav de divê rêzê li biryara gelê xwe bigre."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê ji bo xwepêşandanên li Îranê got: "Xelkê Îranê ji ber gendelîyên rejimê û dewlemendiya wan ku li cihanê ji bo terorîzmê finanse dibe bêzar bûye. Niha jî derheqê çalekiyên aştiyane de agahî tên. Rêvebiriya Îranê, mafê xweîfadekirinê jî di nav de divê rêzê li biryara gelê xwe bigre. Dinya vê pêvajoyê dişopîne."

Piştî xwepêşandanên li bajarê Meşhed û Kaşmerê duhî jî li Kirmaşanê xelk derketin kolanan û rêvebiriya Serokomar Hesen Rûhanî protesto kirin. Li gorî dîmênên Kirmaşanê gelek kes tevlî xwepêşandanan bibûn.

Basnews
Top