Hikûmet û Komîsiyona Hilbijartinan li ser pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê civiyan
Serokwezîr, ji bona wan kar û çalakiyên di dema borî de encam dane, destxweşî li Komîsiyona Hilbijartin û Rapirsiyê kir ku hêşta amadekarî ji bona rêvebiriba hilbijartianên bên yên Herêma Kurdistanê berdewam in û di vê çarçoveyê de çend pêşniyar û hizir li dor daxwazî û pêdawîstiyên lojistî yên Komîsiyonê bi armanca serkeftina pirosesa hilbijartinên bên gotûbêj kirin.
Serokwezîr û Cîgirê Serowezîr xuya kirin ku ew dê bi hemû awayan lêbixebitin ku pirosesa hilbijartinên bên serkefî be û ji bo her hevkarî û alîkariyekê berheviya hikûmetê nîşan da. Komîsiyon jî li gor yasa û rêsayên hene karên xwe encam bide.
Di civînê de hat pêşniyar kirin ku di demeke nêzîk de parlamento, hikûmet û komisyon civîneke hevbeş encam bidin û ji bo encamdna hilbijartinên bên yên Herêma Kurdistanê rojekê diyar û destnîşan bikin.
