• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşdî Şeibî li gundeke Qerehencîr daxwaza vekêşînê ji Pêşmerge kir!

Gulan Media December 28, 2017 Nûçe
Heşdî Şeibî li gundeke Qerehencîr daxwaza vekêşînê ji Pêşmerge kir!
Berpirsê baskê Kerkûkê yê PDKê ragehand, milîsên Heşdî Şeibî çûne gundê Xalo Bazyanî ya ser bi bajarokê Qerehencîr ê parêzgeha Kerkûkê û daxwaz ji Pêşmerge kirine herêmê vala bikin.

Berpirsê baskê sê yê PDKê li Kerkûkê Mihemed Xurşîd ji BasNewsê re ragehand, milîsên Heşdî Şeibî li gundê Xalo Bazyanî ya ser bi Qerehencîrê gef li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine û daxwaz ji wan kirine ku gund vala bikin.

Mihemed Xurşîd ragehand, êvara roja 27.12.2017ê Heşdî Şeibî çûye gund û xwestine gund dagir bikin. Lê Pêşmerge rê li wan girtiye û bi naçarî vekêşiyane.

basnews
Top