Rojhilat – Bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin
Îro danê sibê bazirganê kurd yê bi navê Rehmet Silêmanzade, ku bi otomobîla xwe ji bajarê Pîranşarê diçû Mehabadê, rastî êrişa pasdarên Îranê hat.
Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de ew bazirganê kurd hat kuştin, termê wî birin nexweşxaneya Mehabadê.
Hat zanîn ku ew bazirganê kurd 33 salî û bavê du zarokan bûye.
Basnews
