• Thursday, 19 February 2026
logo

Şandekê Herêmê dê ji bo vekirina firokxaneyan seredana Bexdayê bike

Gulan Media December 27, 2017 Nûçe
Şandekê Herêmê dê ji bo vekirina firokxaneyan seredana Bexdayê bike
Cêgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gel wezîrên navxwe û veguhastinê û rêveberên firokxaneyên Herêmê dicive û dê şandekî ji bo seredana Bexdayê pêkbînin.
Erşed Şwanî peyamnêrê WAARê ragihand; Qubad Talebanî serokwezîrên Herêmê di gel Kerîm Şingalî wezîrê Navxwe û Mewlûd Bawemurad wezîrê Veguhastina Herêmê û rêveberên herdu firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê di kombûnê dane û dê bas li rêkarên qanûnî yên vekirina firokxaneyên Herêmê bi hevpişikî di gel Bexdayê biken.
Herwesa dê şandekî ji bo seredana Bexdayê pêkbînin ku wan rêkarên qanûnî di gel berpirsên bilindên hikumeta Îraqê gotubêj biken û firokxaneyên Herêmê bikevne karî.

Waar.tv
Top