Di kongirekî rojnamevanî de serokê Perlemana Kurdistanê Yûsif Mihemed, dest jikarkişana xwe ji postê serokatiya Perleman ragihand û sedemê wê yekê jî da xuyakirin û got: "Dema vê gera Perleman, li ser du qonaxan dabeş bûye, ku em dikarin nav lê wan bikin qonaxa yasayî û ya ne yasayî, bi dirêjiya dema serokatiya min ji Perleman re, naveroka armanca min, sîstima Perlemanî ya tendrust û Perlemanekî çalak bû, çi tiştê ji dest min jî dihat, bê paşguhkirin me encam dida".
Dest jikarkişana yûsif Mihemed di demekê de ye ku di çend rojên derbasbûyî de Tevgera Goran û Komela Islamî vekşiyana xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin.