Parlamenterekî Rojhilatî: Girtina sînor zêdetirî 2.5 milyar dolar ziyan gihandiye Îranê
Komara Îslamî ya Îranê wek karvedanek li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re daxist.
Her çend ev demek e deriyê Başmaxê hatiye vekirin lê tê gotin ku Îranê ew derî tenê bo veguhestina nefta Kerkûkê vekiriye.
Parlamenterê kurd û nûnerê bajarê Kirmaşanê li parlamentoya Îranê, Hişmetulah Felahetpîşe ji wê yekê mukir hatiye ku daxistina deriyên sînorî bi Herêma Kurdistanê re, 2 milyar û 500 milyon dolar ziyan gihandiye aboriya Îranê.
Li gorî wî parlamenterê Rojhilatî, ziyan ne tenê di warê aborî de belkî di warê civakî û siyasî de jî gihîştiye Îranê.
Basnews
