• Thursday, 19 February 2026
logo

Qereyilan: Tirkiye plan dikir di navbera PKK û PDKê de şer derxe

Gulan Media December 26, 2017 Nûçe
Qereyilan: Tirkiye plan dikir di navbera PKK û PDKê de şer derxe
Endamê Birêvebirina KCKê Murad Qereyilan diyar kir ku "Artêşa Tirkiyeyê plan dikir ku di bihara sala 2017an de tevahiyên endamên PKKê jinav bibe, lê ev plana wan biser neket û dê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wê sala 2018an bi ser bikeve."

Qereyilan ji ANFê re axivî û ragihand ku, "Tirkiyeyê plan dikir endamên PKKê yên li Tirkiyeyê jinav bibe û li başûr jî di navbera endamên PKKê û pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şer derxîne, lê ev plana wan biser neket.

Qereyilan destnîşan kir ku, "Tirkiye dibêje 4 hezar û 500 gerîla kuştiye, lê rastiya vê ew e ku di operasyonên Tirkiyeyê yên li ser PKKê de 578 gerîla hatin kuştin û 30 gerîlayên din jî dîl hatin girtin."

Endamê Birêvebirina KCKê Murad Qereyilan eşkere kir ku li hemberê jî û di encamên çalakiyên endamên PKKê de hezar û 657 leşker û polîsên Tirkiyeyê hatin kuştin, 30 otombîlên zirpoş û 3 helîkopter hatin têkşikandin.

Top