• Thursday, 19 February 2026
logo

HSD kêlgeheke petrolê li Dêre Zorê kontrol kir

Gulan Media December 26, 2017 Nûçe
HSD kêlgeheke petrolê li Dêre Zorê kontrol kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kêlgeha Murad a petrolê li bakurê Dêrezorê ji destê DAIŞê kontrol dike.

HSD li malpera xwe belav kir, di çarçova operasyona wan ya bi navê Bagera Cezîrê li Dêre Zorê de, şervanên wan pêşketinên berçav li ser li dijî DAIŞê tomar kirine.

HSD da zanîn, wan kariye kêlgeha Murad yê petrolê bi temamî kontrol bikin. Herweha her du bajarokên Hisyat û Ebu Herdûb jî ji destê DAIŞê girtine.

HSD aşkere kir jî, niha şerê wan li wê navçeyê bi çekdarên DAIŞê re bi tundî berdewam e.

Berî demekê, HSDê her du kêlgehên petrolê Tenek û El-Omer ku mezintrîn kêlgehên petrolê li Sûriyê ne, kontrol kiribû.

K24
Top