Barzanî ji bo Xristiyanan peyamek weşand
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: Li gel hatina çekdarên DAIŞê, beşekî zêde ji malên Xristiyanan ketin ber gef û jinavçûnê û mal û halên xwe li pey xwe hiştin û qesda navçeyên aram yên jêr desthilata Herêma Kurdistanê kirin. Piştî hêzên Pêşmerge karîn terorîstan jinav bibin û navçeyên wan rizgar bikin, beşek ji wan mişextan vegeriyan, lê mixabin, piştî 16 Cotmehê careke din ketin ber êrîşên Heşda Şeibî û mişext bûn.
Herweha Barzanî teqez kir, ku hebûna hizra tundrew û cudakariyê li bin her navekî be, gefeke cidî ye li ser bihevre jiyanê û ewlehî û aramiyê, û hebûna vê hijmara zêde ya mişextan li Herêma Kurdistanê belgeye li ser bilindiya nirxê pêkvejiyanê. Herweha Serok Barzanî ji xuşk û birayên kiristyan re piştrast kir ku cihê hizra terorî û cudahiya taifî û olî li Herêma Kurdistanê tine ye.
Waar.tv
