Şeş hezar malbatên Xirîstiyan li deşta Nînowa koçberê herêma Kurdistanê bûn!
Seroka fraksiyona Kildan-Siryan û Aşûrî li parlamentoya Kurdistanê Wehîde Yaqo Hurmiz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li her cîheke herêma Kurdistanê ku Xirîstiyan lê bin, îro 25.12.2017ê cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh pîroz dikin. Lê li deşta Nînowa bi taybet li Bertile, Başîk û Behzanê û navçeyên Xirîstiyan lê niştecih in ên wî sînorê ku navçeyên wan ji aliyê Heşdî Şeibî ve hatiye dagir kirin, heta naha nekarîne wegerin ser erdên xwe û wan îsal nekarî li ser axa xwe vê cejnê pîroz bikin.’’
Herwaha got: ‘’Heta naha şeş hezar malbatên Xirîstiyan li deşta Nînowa koçberê herêma Kurdistanê bûn. Bi awayek dabeş bûn ku zêdetir li du hezar malbat li sînorê Zaxo ne û dehan malbatên din jî li gundê Sîcî ya bajarokê Sêmêlê ne û beşa herî zêde jî li Hewlêr û Duhokê ne.’’
Basnews
