• Wednesday, 20 May 2026
logo

Fermandarê Heşda Şeibî: Kurdî nehêlin!

Gulan Media December 25, 2017 Nûçe
Fermandarê Heşda Şeibî: Kurdî nehêlin!
Fermandeyê Heşda Şeibî Yezin Meşan Cibûrî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, ku bikaranîna zimanê Kurdî di belgenameyên fermî yên hikûmetê de were hilweşandin.



Yezin Meşan Cibûrî ku kurê parlamenterê Sunnî yê Iraqê Meşan Cibûrî ye û fermandeyeke Heşda Çeibî ye jî, îro Yekşemî 25ê Berfanbara 2017ê li ser rûpela xwe ya di tora civakî ya Facebookê de li ser zimanê Kurdî daxwazek ji rêveberiya Bexdayê kir.



Yezin Meşan Cibûrî di nivîsa xwe de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, ku bikaranîna zimanê Kurdî di belgenameyên fermî yên hikûmetê de were hilweşandin û were rawestandin.



Cibûrî nivîsiye: “Ez daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikim, bikaranîna zimanê Kurdî di hemû belgenameyên fermî yên Iraqê de were hilweşandin.”



Wî fermandarê Heşda Şeibî herwiha daxwaz dike, ku li Iraqê tenê zimanê Erebî zimanê fermî be û dibêje: “Hizir jê bike, ku eger Amerîka zimanê Erebî û Ispanî û Fransî di belgenameyên xwe yên fermî de bi kar bîne.”



Li Iraqê û piştî sala 2003ê, zimanê Kurdî hevtayê zimanê Erebî, zimanekê fermî ye û li gorî madeya 4 a Destûra Iraqê jî divê hemû belgenameyên fermî yên dewletê bi her du zimanên Erebî û Kurdî bin.



Daxuyaniya wî fermandarê Heşda Şeibî li dijî zimanê Kurdî di demekê de ye, ku piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25-09-2017ê de, hikûmeta Iraqê çend biryar li dijî xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derxistine û dorpêç û cezayên giran li ser Herêma Kurdistanê sepandine.



Pêngava herî dawî ya Bexdayê li dijî Hewlêrê jî, jêbirina nivîsîna bi zimanê Kurdî li ser formên xurakê yên parêzgehên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Bazirganiya Iraqê ye.

Rudaw
Top