• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşda Şeibî li Daqûqê 25 xaniyên kurdan teqandine

Gulan Media December 24, 2017 Nûçe
Heşda Şeibî li Daqûqê 25 xaniyên kurdan teqandine
Hat zanîn ku çekdarên Heşda Şeibî ji 16 Cotmehê ve heta niha bi dehan mal û xaniyên kurdan li Daqûqê teqandine.

Berpirsê karûbarên PDKê li bajarokê Daqûqê yê Kerkûê, Hîwa Reşîd ji BasNewsê re got, piştî ku çekdarên Heşa Şeibî bajarokê Daqûq û deverên din yên Kurdistanî dagîr kirin, gelek xanî û malên kurdan teqandin û şêlandin.

Hîwa Reşîd her wiha got, ji wê çaxê ve heta niha herî kêm 25 xaniyên kurdan li Daqûqê hatine teqandin.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku rewşa Daqûqê gelekî xirab e û got, bajar bi temamî ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin û nasnameya Kurdistanîbûna bajêr ber bi tinebûnê ve diçe.

Basnews
Top