Mesihiyên Kurdistanê amadekariyên roja jidayîkbûna Îsa Mesîh dikin
Peyamnerê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî ragihand ku xelkê mesihî yên li bajarê Silêmaniyê li dêran dest bi amadekariyên roja jidayîkbûna Îsa Mesîh kirine û biryar e îro êvarî merasîmên olî birêvê biçin.
Ebdulmesîh Yûsîf Şemas li Dêra Meryam Pakîze ya Silêmaniyê derbarê amadekariyên cejna mesihiyan de ji Rûdawê re wiha got: “Hemû malên mesihiyan xwe ji bo vê cejnê amade dikin. Hema hema li hemû malan darên sersalê hatine xemilandin bo roja jidayîkbûna Îsa Mesîhî.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Ebdulmesîh Yûsîf Şemas got: Îşev seat 21.00 li Dêra Mar Yûsîf merasîmeke olî dest pê dike û hemû mesihî diçin wê dêrê. Herwiha li Dêra Meryem Pakîzeyê jî ji bo mesihiyên biyanî merasîmeke olî heye û pirtûkên pîroz ên olî heta 23.00 têne xwendin û dua têne kirin. Piştre jî cejnê li hev pîroz dikin.”
Şemas herwiha diyar kir ku raja paştir jî mesihî cejnê li hev pîroz dikin û bi hev re xwarinên ji bow ê rojê hatine çêkirin dixwin û pêşkêşî mêvanên xwe jî dikin.
Rudaw
