• Thursday, 19 February 2026
logo

NY raportek derbarê destdirêjiyên Heşdî Şeibî yên li Xurmatû de belav kir!

Gulan Media December 24, 2017 Nûçe
NY raportek derbarê destdirêjiyên Heşdî Şeibî yên li Xurmatû de belav kir!
Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) çend tîm rêkiribûn Xurmatû û lêkolîn û lêpirsîn derbarê binpê kirinên Heşdî Şeibî yên li dijî hemwelatiyan pêkanîn.

Li gor raporta ku duh 23.12.2017ê hatiye belav kirin, Heşdî Şeibî ji destpêka dagirkirina Xurmatû ve dest bi tundiyê kiriye û piştî gelek dozên li dijî wan milîsan û bi taybetî jî milîsên Heşdî Tirkmenî UNAMI dest bi lêkolînê kir.

UNAMI raporta xwe dispêre zanyarî û daxuyaniyên xelkê Xurmatû, ku ji ber dagirkeriya Heşdî Şeibî naha koçberî bajarên Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê bûne.

Nûneriya NYê ya li Iraqê piştî lêkolînê aşkera kir, 1440 malbatên Xurmatû koçber bûne û 40 xanî û 100 dukanên kurdan jî li taxên Komar û Cemîle ango Rizgarî ku kurd tê de bûne hatine şewitandin û wêran kirin.

Di raportê de amaje bi vê yekê jî tê kirin ku milîsên Heşdî Tirkmenî nîşaneyên cuda kirinê li ser dîwar û malan nivîsandine û xaniyên tirkmenan cuda kirine ji xaniyên kurdan.

Basnews
Top