Yekgirtû moleteke demî dide hikûmetê
Hadî Elî di wî kongirî ragihand, ku partiya wî daxwaza pêkanîna komîteyeke perlemanî dike, daku lêkolînê di bûyerên çend rojên derbasbûyî de bike û kar ji bo azadkirina girtiyan bike û ew kesên ku xwepêşandan ji rê derxistine eşkere bike.
Herweha daxwaz dike ku Hikûmet, di zûtirîn dem de bersiva daxwazên xwepêşanderan bide û belavkirina hêzên serbazî di nav bajaran de bidawî bîne.
Bi gotina Hadî Elî, ji niha heya ew dema diyarkirî, wê şandeke Yekgirtû serdana aliyên pêwendîdar bike.
K24
