• Thursday, 19 February 2026
logo

Mamostayeka kurd bi zaroka xwe ya sava ve diçe zîndanê!

Gulan Media December 23, 2017 Nûçe
Mamostayeka kurd bi zaroka xwe ya sava ve diçe zîndanê!
Ew mamostaya kurd ya ku tenê gotibû “bila zarok nemirin, bila dayîk negrîn” dê çend rojên din bi zaroka xwe ya sava ve bikeve zîndanê!

Sala 2015 û di dema şerê xendeqan li Bakûrê Kurdistanê, mamostayeka kurd bi navê Ayşe Çelîk, ji bajarê Diyarbekirê bi telefonê tevlî bernameyeka televîzyonî bibû û daxwaz kiribû, raya giştî ya Tirkiyê û medyaya wî welatî bûyerên ku li Bakûrê Kurdistanê diqewimin, zêdetir ciddî bigirin û bibînin.

Ayşe Çelîk her wiha gotibû, li hember mirina zarokan û kuştina mirovên bê guneh bêdeng nemînin, bila êdî zarok nemirin, bila dayîk negirîn…

Ew mamosta ji ber wan gotinan û bi hêceta ku propagandeya PKKê kiriye, rastî lêpirsînê hatibû û jê re salek û 3 meh zîndan hatibû xwastin, cezayê îsal payîzê hat pesendkirin.

Li gorî agahiyan, mamosta Ayşe du meh berê bû dayîk û keçek anî dinê. Çend roj berê jî dadgehê jê re ragihand ku divê di nav 10 rojan de xwe radestî rêveberiya girtîgehê bike.

Basnews
Top