Piştî nemana DAIŞê li Iraqê, Amerîka ji Heşda Şeibî bi tirs e
Ew rapor diyar dike, tevî ku beşek ji girûpên Heşda Şeibî mûçeyên xwe ji hikûmeta Bexdayê werdigirin, lê heya niha jî Bexdayê nêzîkî 50 hezar çekdar nexistiye ser lîsta mûçeyên hikûmetê, bi vê yekê jî tirs heye ku êrîşî serbazên Amerîkî bikin.
Herweha rapora wê malperê hevdîtin li gel çend serkirde û çekdarên girûpên Heşda Şeibî kiriye, hinek ji wan kesan daxwaza derketina artêşa Amerîka ji Iraqê dikin û dibêjin: "Eger artêşa Amerîkî dernekeve, wê ev yek bibe sedemek ku Heşda Şeibî êrîşî serbazên Amerîkî bike".
K24
