Usama Nucêfî: Divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj destpê bikin
Cîgirê Serokkomarê Iraqê Usama Nucefî di dema pêşwazîkirina Balyozê Kuwêtê yê Iraqê Salim Zemanan di derbarê kêşeyên li Iraqê û herwiha kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî.
Usama Nucefî amaje bi wê yekê kir ku divê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de bi awayekî lezgîn û zelal proseya diyalogê dest pê bike û wiha pê de çû: “Çaresernekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ne di berjewendî û xizmeta herdu aliyan de ye.”
Basnews
