Di 6 mehan de 28 kolber bi guleya hêzên Îranê hatine kuştin
Hefteya derbasbûyî Baneya Rojhilatê Kurdistanê ji rewşeke awarte re derbas bû. Roja 7ê Îlonê 2 kolberên kurd bi guleya leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Li hember vê yekê hejmareke nîştecihênb Baneyê çûne pêşiya qaymiqamiya Baneyê û nerazîbûna xwe nîşanda. Ev jî bû çirûska çalakiyên nerazîbûnê.
Roja din li bajêr dukan û bazar hatine girtin. Xelkê Baneyê ji bo derbirîna nerazîbûna xwe heta ber avahiya qaymiqamiyê meşiyan û daxwaza dest ji karkişandina qaymaqam kirin.
Di dema xwepêşandanê de hêzên ewlekariyê gaza rondikrêj bikaranîn. Di dema aloziyan de 10 xwepêşander û hejmareke karmendên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Piştî nîvro hêza Supaya Pasdaran dakete bajêr û 14 kes hatine binçavkirin.
Li Bane 4 roj bazar û dukan hatine girtin, xeta înternetê hate birîn û şebekeyên telefonê hatine astengkirin. Ji Tehranê ji bo lêkolînê 2 şand hatine Bane. Dozgerê Leşkerî yê Sineyê ragihand, ku 5 kes ji ber kuştina kolberan hatine binçavkirin.
Lê li gel vê yekê jî Berdevkê Polîsên Îranê Seîd Mûntezerulmehdî ragihand: “Ew kolber ji navçeya qedexekirî ya xeta sor re derbasbûne, guh nedane hişyariyên hêzên ewlekariyê. Lewma hêzên pasevanên sînor teqe li wan kirine.”
Ev daxuyaniya Mûntezerulmehdî li ser torên civakî rastê nerazîbûnê hat. Parêzerê kurd Mihemed Salih Nîkbext di vê derbarê de dibêje: “Nêzîkatiya li hember kolberan ne yasayî ye. Yasayên ji bo kolberan hatine derxistin jî li Îranê nayên cîbicîkirin.”
Weke piştgiriya Baneyê, çalakiya nerazîbûnê tenê li bajarê Sineyê hate kirin. Gelê Sineyê roja pênşema borî li Qada Îqbal kom bûn û bi dirûşman piştgiriya xwe ji bo Bane û kolberan anîne ziman. Lê polîsan destwerdana vê çalakiyê jî kirin û 10 kes binçavkirin.
Her çiqas niha rewşa Bane aram bûye lê li gorî gotina şahidan, hê jî hêzên ewlekariyê çavdêriya liv û tevgera nava bazar dikin. Kesên hatine binçavkirin hê jî di zîndanan de ne. Li gorî zanyariyan di van çend rojan de 90 xwepêşander hatine destgîrkirin.
Pişneketina aborî, nebûna derfetên kar, hejarî û destkurtiya nîştecihên navçeyên ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê, xelkê ji bo kolberiyê neçar dike.
Kolberî ji aliyê tendurustiyê ve jî ji bo kolberan dibe pirsgirêk. Tê gotin, ku hejmara kolberên ji ber nexweşiyan dimrin ji hejmara kolberên ji ber guleyên hêzên ewlekariyê tên kuştin zêdetir e.
Aborînas Mihemed Mehmûdî, ku li Baneyê dijî, dibêje: “Kolberî ti qazancekî aborî ji bo navçeya me çênake. Hilberînê navejîne û geştiyaran ranakişe.”
Mihemed Mehmûdî ji bo nehiştina pirsgirêka kolberiyê pêşniyar dike, li aliyê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bazarên demkî werin avakirin, li herdu aliyan çi pêwîst be, ew kelûpel werin veguhestin, ev yek jî ne bi kolberî û barên pişt, bi barhilgiran were kirin. Bi vî awayî hikûmet rê bide xelkê û kerta taybet da ku bikarin hawirde û hinardeyê bikin.
Li gorî hinek amaran, li Rojhilatê Kurdistanê 80 hezar kes kolberiyê dikin. Lê amarên ne fermî dibêjin, hejmar gelek zêdetir e.
Di heyama 6 mehên derbasbûyî de 28 kolber û 6 kasibkar ji ber guleya hêzên Îranê hatine kuştin. 8 kolber ji ber sedemên sirûştî, 2 kolber jî ji ber teqîna mayinan canê xwe ji dest dane. Herwiha 67 kolber û 3 kasibkar jî bi teqeya hêzên Îranê birîndar bûne.
Parêzer Mihemed Salih Nîkbext diyar dike: “Li Îranê kolber weke qaçaxçî tên naskirin. Ew ne qaçaxçî ne û berpirsên payebilind jî gotine nabe bi vî awayî reftar li gel wan were kirin. Lê polîs van tiştan berçav nagre. Yasaya bikaranîna çek jî cîbicî nake.”
Bi gotina Nîkbext, hejmara kolberên bi guleya hêzên ewlekariyê tên kuştin ji hejmara qaçaxçiyên madeyên hişbir ên tên kuştin zêdetir e.
Nîxbext dibêje: “Ew reftara li gel kolberan tê kirin li gel qaçaxçiyên madeyên hişbir nayê kirin. Herwiha ew kesên ji ber kuştina kolberan tên girtin jî bi awayeke dadperwerane nayên dadgehkirin. Mafê malbatên kolberên hatine kuştin jî tên binpêkirin.”
Rudaw
