• Friday, 20 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê…3 girtiyên kurd hatin darve kirin!

Gulan Media August 16, 2017 Nûçe
Rojhilatê Kurdistanê…3 girtiyên kurd hatin darve kirin!
Biryar darve kirina hemwelatiyek xelkê Muhabadê îro li girtîxaneya Ormiyê hate bicîh anîn û di rojên borî de jî du girtiyên din ên kurd li girtîxaneya Zencan û Şîrwan hatin darve kirin.

Li gor raporta malpera rêxistina mafê mirov Hengaw, îro 15.08.2017ê hukmê darvekirinê ya girtiyê kurd ê bi navê Xalîd Emînî li girtîxaneya navenda Ormiyê hat bicîhanîn.

Ew hemwelatiyê kurd bi tometa kuştina bi qesdî hatibû girtin û ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê lê hatibû birîn.

Li gor heman çavkaniyê girtiyê kurd ê bi navê Fetah Emînî jî du hefte berî naha li wê zîndanê hatibû darve kirin.

Malpera Hengaw amaje bi vê yekê jî kir ku çend roj berî naha du girtiyên din ên kurd ku navê wan Hemze Rehîmpûr û Tewhîd Heqmuradî ne, li girtîxaneya Zencan û Şîrwan ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve bi tometa peyvendî bi madeyên hişber û kuştina bi qesdî ve hatine darve kirin.

Basnews
Top