REFERANDUM - Elî Bapîr: Bi 'Nexêrê' dinya nabe Şama Şerîf!
Di gotarekê de bi navnîşana “Pirsgirêkên Herêmê Di Navbera Belê û Nexêrê De”, ku di medyaya Komela Îslamî de hatiye belavkirin, Emîrê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, xelkê Kurdistanê weke her gelekî din ê cîhanê, mafê wê yê rewa û xwezayî ye, ku ne tenê referandumê bike, belku li hemû parçeyên Kurdistanê jî xwediyê statuya siyasî ya bi dilê xwe be.
Elî Bapîr dibêje, ku referandum ketiye nav qalibekî şexsî û hizbî û wê yekê jî zirar gihandiye referandumê.
Bapîr daxwazê dike, ku referandum ji qalibê şexsî û hizî (partî) were derxistin û tevahiya aliyan amadekariyan ji bo referandumê bikin, û pişt re bihê encamdan.
Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê di beşeke din a vê peyama xwe de daye xuyakirin: “Nabe ti kes înkara wê yekê bike, ku ne tenê her karekî mezin û çarenivîssaz weke ragihandina dewletê, belku her karekî din jî, bêyî amadekirina zemîneyê û rêxweşkirinê, ser nakeve, yan her nayê encamdan, yan bê encam dibe û dê keda me bi xusar biçe. Di dîroka xwe de jî, me bûyerên wisa gelek hene, ku em pendê (îbretê) jê werbigirin. “
Derbarê ragihandina kampîna Nexêr a li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî, Elî Bapîr dibêje: “Her weke ku ‘Belê’ ya reha û bê merc, heft dermanê çareseriya pirsgirêkln me û kopalê sihrî nîne, bi heman awayî jî, bi ‘Nexêr’ gotinê, dinya nabe Şama Şerîf. Guneh e ku xelk bi vî cureyî were çewaşekirin, ku bi Na gotina bo referandumê, arîşe û krîzên Herêmê dê ji holê werin rakirin û çareser bibin û xelk û cemawer ji xeman rizgar dibin.”
Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê herwiha daxwaz dike, ku ew hemû bi hev re tifaq, tebayî û ji hev têgihîştina siyasî vegerînin bo nav aliyên siyasî, bi taybet jî bo nava hêzên siyasî yên bingehîn û xweî cemawer û di keş û hewayeke hêmin û aram de pêkve bicivin.
Rudaw
