Wezareta pêşmerge bersifa Ebû Mehdî Muhendis da
Piştî ku Cîgirê Serokê Heşda Şebî Ebû Mehdî Muhendis diyar kiribû ku lazime Kurd dev ji referandumê berdin û li Kurdistanê jî referandum nayê kirin û ew tiştên ku niha têne gotin tenê bo propagendeya hilbijartinaye, wezareta pêşmerge bersifeke tund da Cîgirê Serokê Heşdê Şebî û jê re got: Ne hedê teye ku derbarê referandumê de tiştekî bijî.
Wezareta pêşmerge herwiha diyar kiriye ku Ebû Mehdî Muhendis ne kesekî siyasî û ne kesekî şîrovekare û hedê vî jî tuneye ku derbarê referanduma Kurdistanê de ti gotinek bibêje û karê vî leşkeriye û baştir wisaye ku tenê karê xwe bike.
