• Friday, 20 February 2026
logo

Endamekî Encumena Referandomê: Daxwaza Gorranê bo paşxistina referandomê mentiqî nîne

Gulan Media August 13, 2017 Nûçe
Endamekî Encumena Referandomê: Daxwaza Gorranê bo paşxistina referandomê mentiqî nîne
Endamekî Encumena Bilind ya Referandoma serxwebûna Kurdistanê dibêje, daxwaza Gorranê bo paşxistina referandomê ne daxwazeka mentiqî ye û PDK jî bi serê xwe nikare wê yekê bicîh bîne.

Bizava Gorran duh ragihand ku ew amade ye bi PDKê re hevdîtin bike lê bi şertekî ku refeandoma serxwebûna Kurdistanê were paşxistin.

Li ser vê yekê, endamê Encumena Bilind ya Referandomê Mihemed Sadedîn ji BasNewsê re got, ma PDKê bi tenê biryara referandomê daye heta ku bi tenê jî paş bixe! Ji wê jî daxwaza Gorranê ji PDKê bo paşxistina referandomê mentiqî nîne, biryara referandomê ji aliyê 15 partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê ve hatiye dayîn, eger guhertin were kirin divê ew biryar bidin.

Mihemed Sadedîn her wiha got, Gorran û PDK dikarin li ser arîşeyên siyasî û nakokiyên xwe gotûbêj bikin lê nikarin bi tenê li ser referandomê biaxivin. Tenê Encumena Referandomê dikare li ser referandomê biryar bide.

Wî endamê Encumena Bilind ya Referandomê, ku nûnerê turkmenên Kurdistanê ye jî, anî ziman ku diviya Gorranê daxwazeka wisa nekiriba û bi awayekî berpirsiyarane hereket kiriba.

Basnews
Top