Li Misirê 2 trên li hev ketin: 36 mirî 123 birîndar
Li gor medyaya Misirê di bûyerê de herî kêm 36 kesan canê xwe ji dest dane û 123 kes jî birîndar bûne.
Televîzyona dewletê di destpêkê de hejmara miriyan weke 18 û hejmara birîndaran jî weke 58 aşkere kir.
Ajansa nûçeyan a Al Masry Al Youm jî diyar kir, hejmara birîndarên ku ber bi nexweşxaneyan hatine veguhastin, ne diyar e.
Herwiha hate diyarkirin, ku her du trên, yek ji bajarê Qahîreyê û ya din jî ji bajarê Port Seîd bi rê ketine.
Hat ragihandin, ku gelek ambulans û tîmên rizgarkirinê gihiştine cihê bûyerê.
Rudaw
