Dêrsim bi obûsan tê topbarankirin!
Li gorî agahiyan, demjimêr 23:30ê şeva derbasbûyî, li bejahiya gundê Çîçeklî ya ser bi navenda Dêrsimê, di nevbara gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de pevçûn derket.
Di dema pevçûnan de yek jê giran, 3 leşker birîndar bûn. Piştî pevçûnan hejmareke zêde yê leşkeran veguhestine herêmê. Herwiha bi topên obûs herêma şer bi giranî tê topbarankirin.
Leşkerên birîndar ji bo çareseriyê rakirine nexweşxaneyan.
Li herêmê bi piştgiriya hêzên hewayî operasyon berdewam dike.
Rudaw
