Elî Qazî: Giştpirsî berhema xwîna şehîdên çar parçeyên Kurdistanê ye
Elî Qazî duh Çarşemê (09-08-2017), di civîneke çapemeniyê de ji gelê Kurdistanê xwest beşdarî giştpirsiyê bibin û dengê “erê” bidin serxwebûnê.
Di daxuyaniya xwe de Elî Qazî destnîşan kir, ku Kurdistan ji hemû deman zêdetir ji qonaxeke hestiyar û dîrokî re derbas dibe û ji hemû deman zêdetir pêwîstiya kurdan bi yekrêzî û hevgirtinê heye.
Elî Qazî got: “Pêşmergeyên Kurdistanê bûne parêzvanên azadî û mafên gelên cîhanê li beramber terorîzma cîhanî ya DAIŞê, lewma pêgeha Kurdistanê li ser asta navdewletî bûye emrekî defakto û herêm jî ber bi guhertineke bilez ve diçe. Weke gelê kurd em jî ji bo gihiştina serxwebûn û armancên xwe yên neteweyî, divê sûdê ji derfetên navxweyî û navdewletî werbigrin û yekgirtî bin.”
Kurê Qazî Mihemed diyar kir, ku xebat û mafê biryardana ser paşerojeke geş û gihiştina serxwbeûnê armanca sereke ya gelê kurd e û wiha berdewam kir:
“Gelê me piştî 70 salên xebatê, careke din bi rêya giştpirsiyê biryara çarenivîsa xwe dide. Lewma pêwîste em hemû, li dûrê hizirkirina teng a hizbî, bi stratejiyeke nîştîmanî û yekgirtî hizra ewlekariya nîştîmanî û berjewendiyên xwe yên bilind bikin. Wate, giştpirsiya serxwbûnê ne ji bo ti kes û aliyekê ye. herwiha ne mûzayedeya kesekî yan jî aliyekê li dijî aliyeke din nîne. Derfetekî dîrokî ye û divê wenda nekin.”
Siyasetmedarê kurd herwiha got: “Serxwbûn encama xwîna pak a sedan hezar zarokên şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Serxwebûn hêvî û deriyê qonaxeke nû ya xebatê ye ji bo parçeyên din ên Kurdistanê. Di vê rêçê de kurd dibin sedema seqamgîrî û aşitiya navçeyê, ji bo parastina berjewendiyên hevbeş ên welatên cîran û dabînkirina ewlekariya navdewletî xebat dikin.”
Elî Qazî amaje bi wê yekê kir, ku kurd dixwazin bi şeref, serbilind û bi rûmet bijîn û daxuyaniya xwe wiha bidawî kir:
“Kurd dixwazin bi şeref û keramet bijîn. Dixwazin ji bo ciwanên niha û nifşên paşerojê bihareke geş diyar bikin. Ti armanceke kurdan li dijî ti aliyek an jî welatekî nîne. Lewma ji bo serxwebûna Kurdistanê, kurd, tirkmen, kildan û siryan em tev de roja 25-09-2017ê, bi hestekî neteweyî ve piştevaniya pêvajoya giştpirsiyê bikin, li hember gefan bi hevgirtinê biryara çarenivîsa xwe bidin. Ji ber ku piştgiriya giştpirsiyê erkekî olî û neteweyî ye.”
Rudaw
