• Friday, 20 February 2026
logo

Ajanseke Tirkiyê Amerîka bingeheke leşkerî li sînorê Kurdistanê ava dike

Gulan Media August 10, 2017 Nûçe
Ajanseke Tirkiyê Amerîka bingeheke leşkerî li sînorê Kurdistanê ava dike
Ajaneseke fermî ya Tirkiyê aşkere kir ku, Artêşa Amerîkayê navendeke leşkerî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî idareya Herêma Kurdistanê avadike.

Li gor ajansa Anadolê ya Tirkiyê li ser zarê Berpirsekî Artêşa Iraqê bi navê mûqedem Mehdî Xefacî ragehand ku, li gor rêkeftina di navbera Artêşa Amerîkayê û Artêşa Iraqê de li navçeya Zûmar ku, dikeve rojavayê bajarê Mûsilê navendeke leşkerî ya Amerîkayê tê avakirin.

Wî berpirsê Iraqî da zanîn ku, biryare ew navenda leşkerî serperiştiya operasyona rizgarkirina bajarê Tilaferê bike û got ku, hêzên taybet ê Amerîkayê û rawêjkarên wê bi otombîlan giheştine cihê navendê û li wir niştecîbûne û aşkere kir k, ku, tîmên teknîkî û endezyar zêdeyî 50 ji sedî karê bingehê bi dawî kirine.

Ji aliyê xwe ve jî eqîd Ehmed Cibûrî ragehandibû niha avakirina navendeke rawestandina balafirên hevpeymaniya navnetewî tê kirin û dibe ew navend piştgiriya operasyona rizgarkirina Telaferê bike.

Basnews
Top