• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoz, Konsol û Nûnerên welatan kir

Gulan Media March 23, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyoz, Konsol û Nûnerên welatan kir
Roja çarşem 22.03.2017 li Hotel Xanzad ya li bajarê Hewlêrê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Newroz û sala nû ya Kurdî, mîhvandariya hejmarek Balyoz û Konsol û Nûnerên welatan û rêxistinên navdewletiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka rêwresmê de Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, li gotarê da spasî û bi xêrhatina mîhvanan kir û behsa girîngiya cejna neteweyî ya Newrozê li jiyan û dîroka gelê Kurdistanê da kir, her wiha tîşk xiste li ser mafê gelê Kurdistanê ya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe.

Her li vê gotarê da, spasî welatên dost û hevpeymanên Herêma Kurdistanê kir, ku li şerê dijî terorîstên Da'îş da yarmetiya Herêma Kurdistanê dane û palpiştê gelê Kurdistanê bûne.

Paşê Balyozê welatê Şahnişîna Behreyn, li şûna Balyoz û Konsol û Nûnerên welatan û rêxistinên navdewletiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê, gotarekî pêşkêş kir û têda pîrozbahiya Newrozê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir, pêzanînên xwe jî ji bo malbatên şehîdên Kurdistanê hebû û her wiha pesnê rola Serok Barzanî li dabînkirina aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê de kir, heman demî de hêviya pêşketinên zêdetir ji bo gelê Kurdistanê xwest.

Hêjayî gotinê ye her li vê rêwresmê de Balyoz û Nûnerên welatan ji bilî spaskirina Serok Barzanî tekez li ser pêşxistina peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ya li warên cûr bi cûr da kirin.

Top