• Sunday, 22 February 2026
logo

Rodî Osman: HSD nakeve Reqayê

Gulan Media March 22, 2017 Nûçe
Rodî Osman: HSD nakeve Reqayê
Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li Moskoyê Rodî Osman ragihand, Hêzên Sûriyeya Dîmokrat nakevin nava bajarê Reqayê, çekdarên hozên Ereb dê erkê kontrolkirina bajêr bicî bînin.

Rodî Osman ji ajanseke Rûsî re ragihand, heman plana Mûsilê dê li Reqayê jî were bicihanîn. Da zanîn jî, hêzên Kurdî dê derdora Reqayê kontrol bikin û piştre hêzên hozên Ereban dê bikevin nava bajar.

Rodî Osman amaje bi wê yekê jî kir, ku ji bo vê mebestê, niha dest bi perwerde û rahênankirina çekdarên hozên Eereban kirine û heya niha 3 hezar kes jî pêwendî bi vê hêzê kirîye.

Ev daxuyaniyên Nûnerê Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li Moskoyê Rodî Osman di demekê de tên, ku roja 18 Adarê Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihandibû, operasyona kontrolkirina bajarê Reqatê dê di destpêka meha nîsana îsal de dest pê bike. Hemo tekez jî kir, ku YPG dê beşdariyê di wê operasyonê de bike, tevî dijayetya Tirkiyê ji beşdariya wan re.

Herwiha Rûdî Osman, red kir ku Kurd bixwazin desthela xwe li Sûriyê bêtir bikin û got, piştî bidawîhatina DAIŞê dê desthilata wê navçeyê bide dest xelkê wê.

Derbarê rola hêzên Amerîkî yên di operasyona Reqayê de, Osman red kir ku hêzên Amerîkî şerê ser erd bikin û dibêje, tenê rahênan û şêwrê didin HSD.

K24
Top