• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezareta Tendirûstî derbarê birîna derman Bexda agehdar dike

Gulan Media March 22, 2017 Nûçe
Wezareta Tendirûstî derbarê birîna derman Bexda agehdar dike
Berdevkê Wezreta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê ragehand ku, Eger Bexda li birîna beşê Herêma Kurdistanê ji derman pêdagîr be ew jî beşê nexweşxaneya penaberan ji derman bibirin.



Derbarê vê yekê Berdevkê Wezreta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis QAdir ji BasNewsê re ragehand ku, her çende Wezaretî Tendirûstî ya Iraqê biryara birîna beşa Herêma Kurdistanê ji derman dabû, lê heta niha derman ji aliyê Bexda tê.



Herwiha Berdevkê Wezareta Tendirûstî da zanîn ku, Eger Bexda li birîna beşê Herêma Kurdistanê ji derman pêdagîr be ew jî neçarin ku, beşê nexweşxaneyên penaberan ji derman bibirin.



Aşkere kir ku, yê wan weke wezaret bûdce tenê ji bo beşê kirîna derman ji nexweşxaneyan û bingehê tendirûstî re heye.Herwiha hêvîkir ku, Bexda li ser şandina beşê Herêma Kurdistanê ji derman bo Welatiyên Kurdistanê û penaberan berdewam be daku, penaber jî rastî kirîza kêmbûna derman nebin.





Basnews
Top