• Sunday, 22 February 2026
logo

Topxaneya Tirkiyê gundên Efrînê top baran dike

Gulan Media March 22, 2017 Nûçe
Topxaneya Tirkiyê gundên Efrînê top baran dike
Topxaneya Tirkiyê gundên navçeya Şiyê ya Efrînê topbaran dike.

Çalakvanên navçeya Şiyê ya Efrînê ji K24ê re ragihandin, artêşa Tirkiyê ji demjimêr 7ê vê sibê ve, avahiya radiyo û postê ya li gundê Xelîl Gulko bi bihêtirî 10 topan topbaran kirin.

Herwiha topxaneya Tirkiyê girê Cirnasê ya li nêzîkî gundê Senarê jî topbaran dike.

Li gor zanyariyên ji navçeya Şiyê, heta niha topbaran berdewam e.

Ji ber metirsiya toparanê, heta niha encamên topbaranê nehatiye zanîn.

K24
Top