• Sunday, 22 February 2026
logo

Hikûmeta Amerîkayê peyamek derbarê Newrozê de weşand

Gulan Media March 21, 2017 Nûçe
Hikûmeta Amerîkayê peyamek derbarê Newrozê de weşand

Wezîre Derve yê Amêrîkayê Rex Tillerson bi helkefta Cejna Newrozê peyameke pîrozbahîyê pêşkêşî wan gelan dike ku Newrozê pîroz dikin.
Wezîre Derve yê Amêrîkayê Rex Tillerson di peyama xwe de, ku li ser malpera Wezareta Derve ya wî welatî hatiye danîn, dibêje; “Ez Newrozeke şad û serketî ji bo hemû gelên, ku li cihanê wê cejinê pîroz dikin dixwazim, ku destpêka demsala biharê ye.”
Navhatî her wiha gotiye, em li bendê ne, ku vê biharê bi hev re bikin cejin. Ji ber ku Newroz derfeteke ji bo em bi geşbînî li sala pêş binerin.
Tilerson dibêje; “Bi vê hêviyê, ku ev Newroz, aştî û xweşîyê bi xwe re bine.
Top