BEXDA - Kurdên feylî Newroz pîroz kirin
Roja Sêşemê 21-03-2017 kurdên feylî yên li Bexdayê, li Qada Beyrûtê kom bûn û bi boneya Cejna Newrozê ahengek sazkirin.
Peyamnêrê Rûdawê Behmen Hesen ragihand, ku malbatên kurdên feylî li Monomenta Şehîdên Kurdên Feylî hêmaya kurdên feylî yên wenda danîn û ev helkeft weke kombûnekê nirxandin.
Peyamnêrê me da zanîn, ku pîrozbahiyên îsal yên li Bexdayê zêdeti di bin fişara siyasî û bûyerên tundiyê de maye.
Kurdekî feylî jî ji Rûdawê re got Newroza îsal li gorî salên din sartir derbas dibe û piştî hilweşandina rejîma Saddam kurdên feylî ev necj bi germtir dihate pîrozkirin. Herwiha ragihand, ku hikûmet û medyaya erebî jî giringî nade vê boneyê.
Di ahengê de agir hate vêxistin û çepikan xistin.
rudaw
