Cemal Murtke: Bo hilweşandina heşdî şeibî Amerîkayê fişar kiriye
Fermandarê Pêşmerge yê eniya Guwêr Cemal Murtke ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîkayê fişar li ser Ebadî kiriye, ku heşdî şeibî bê hilweşandin, ji ber heşdî şeibî avabûna dervey Iraqê ye û pirseke mezhebî ye.’’
Herwaha got, sedemê hewldan bo ava kirina hêza kurdî û erebên sunne di nav heşdî şeibî de, bi wê armancê ye ku, bê gotin heşdî şeibî hêzeke mezhebî nîne û hêzeke Iraqê ye, lê Amerîka naxwaze heşdî şeibî li herêmên erebên sunne hebe, ji ber vê jî bendevarî hene ku ew hêz bê hilweşandin.’’
Cemal Murtke got: ‘’Derbarê pirsa azad kirina Mûsilê de jî, qonaxeke din dê bê pêş ku, rojavayê Mûsilê ji bo bê azadkirin fişar û çalakbûn dê bê kirin û bendevarî hene ku Amerîka fişar bike.’’
Basnews
